Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê navenda sereke ya Hizbullahê bombebaran kir.
Di êrişê de 6 avahî bi temamî wêran bûne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku êriş navenda sereke ya Hizbullahê Lubnanê ya li başûrê Lubnanê kiriye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got:
“Artêşê navenda sereke ya rêxistina Hizbullahê li başûrê Lubnanê bombebaran kiriye.”
Li gorî agahiyan êriş dijî sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrella pêk hatiye.
Dezgehên çapemeniyê eşkere kirin ku di êrişê de 6 avahî bi temamî wêran bûne.
Piştî êrişê çapemeniyên ser bi Îsraîlê ragihandin ku Hesen Nesrella di êrişê de hatiye kuştin.
Ajansa Reutersê jî ragihand ku Hesen Nesrellah di êrişê de nehatiye kuştin.
Bi heman awayî çapemeniyên ser bi Îranê jî agahiyên ku ji aliyê Îsraîlê ve têne parvekirin derewand.



