Piştî êrişa Îsraîlê ya li ser navenda fermandariyê ya Hizbullahê, li kampên gundewarên bakurê Idlibê gule ketober hatin teqandin.
Hate diyarkirin ku di encamê de 40 kes birîndar bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) derbarê mijarê de ev agahî da:
“Li kampên li bajarên Silêqîn, Hezano, Kilî û Merat Misrîn ên gundewarên bakurê Idlibê çeteyan gule berdan derdorê.
Teqandina guleyan piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî navenda fermandariyê ya Hizbullahê ya li taxên başûrê Beyrûtê pêk hat.
Di encamê de nêzî 40 kes birîndar bûne.”
Li Efrîn, Ezaz û Serêkaniyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî gule zêde hatin avêtin.
Di encamê de rewşekê tirsê di nava şêniyan de çêbû û zerar li malên wan bû.



