Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Sekreterê Giştî yê Hizbûlaha Lubnanê Hesen Nasrulah kuştiye.
Artêşa Îsraîlê duh bi şev êrişek dijwar li dijî başûrê Lubnanê pêkanî.
Hat gotin ku di hedefa êrişê de Sekreterê Giştî yê Hizbûlaha Lubnanê Hesen Nasrulah hebû.
Îro jî artêşa Îsraîlê di daxuyaniyek de ragihand di êrişa hêzên wan de Hesen Nasrulah hatiye kuştin.
Li aliyê din jî çavkaniyên Hibûlahê diyar dikin ku Hesen Nasrulah saxe.
Her çiqas heta niha Hizbûlahê bi fermî ti daxuyaniyek li ser mirina Nasrulah nedaye, lê artêşa Îsraîlê bi fermî kuştina Nasrulah ragihand û got:
“Wê Hesen Nasrulah êdî nikaribe cîhanê terorîze bike.”



