Îsraîlê li Şamê malek bombebaran kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirek bê mirov a Îsraîlê malek li gundewarê Şamê bombebaran kir.
Mala ku hatiye armanckirin a welatiyekî Sûrî ye, ku bi eslê xwe Filistînî bû.
Di encamê de, ew kesê Filistînî û hevjîna xwe hatin kuştin û çend endamên malbatê birîndar bûn.



