Êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbullaha Lubnanê didomin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîş biriye ser depoyên çekan li taxên başûrê Beyrûtê.
Îsraîl îdia dike ku depoyên çekan ên yên Hizbullahê di binê avahiyên sivîlan da tên hilanîn.
Lê Hizbullah ev yek red kir.
Li aliyê din, êrîşên Îsraîlê li ser Lubnanê bû sedema pêleke mezin a koçberiyê.
Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 5 hezar malbat derbasî Sûriyê bûne.
Şevê din jî, dengê teqînan li paytexta Lubnan a Beyrûdê kêm nebû.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh êvarê wan êrîş biriye ser depoyên çekan yên Hizbullahê li taxên başûrê Beyrûtê.
Israîl îdia dike ku depoyên çekan di binê avahiyên sivîlan da tên hilanîn
Îsraîl îdia dike ku depoyên çekan ên yên Hizbullahê di binê avahiyên sivîlan da tên hilanîn.
Berdevkê artêşê Danîel Hagarî di daxuyaniyeke televîzyonî de got:
“Em ê di demeke kurt de êrişî çekên di bin van avahiyan de bikin.”
“Hêza teqînên ji rokêtan di bin avahiyan de dibe ku zirarê bide avahiyan an jî hilweşîne,
Hizbullah îdiayên Israîlê red kir
Hizbullah “îdiayên” Îsraîlî yên dibêje di avahiyên sivîlan de depoyên çekan hene red kir.
Di peyama ku ji aliyê ofîsa medyayê ya Hizbullahê ve hat weşandin de wiha hat gotin:
“Di îdiayên bêbingeh ên dijminên siyonîst de ku berî demekê li taxên başûr bûn hedefa bombebaranê, tu rastiya wan tune ye.”
Israîlê bang li niştecihan kir: 500 metreyî durî avahiyan bin
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adrai li ser platforma X’ê nexşeyên ku cihên 3 avahiyan nîşan didin weşand û bang li welatiyan kir ku di navbereke 500 metreyî de herêmê vala bikin.
Bi hezaran kesên ku ji Lubnanê dirdikevin berê xwe didin Sûriyê
Li aliyê din, êrîşên esîmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê bû sedema pêleke mezin a koçberiyê.
Ji Lubnanê bi hezaran kes ku endamên Hizbullah jî di nav de, berê xwe didin parêzgehên Hums, Heleb, Şam û Hemayê yên Sûriyê.
Koçber ji deriyên sînorî yên El-Debbusiye, Telkalah, El-Mesnaa û Cusiyeyê yên di navbera Lubnan û Sûriyê de derbas dibin.
Heta niha herî kêm 5 hezar malbat derbasî Sûriyê bûne
Li gorî agahiyan heta niha herî kêm 5 hezar malbat derbasî Sûriyê bûne.
Malbatên ku di destpêkê de li navendên sitargehê tên bicihkirin, piştre ber bi gundên vala ku ji aliyê rejîma Esad ve hatine bombebarankirin tên şandin.
Bi taybetî parêzgeha Humsê û başûrê Şamê wek cihên ji aliyê Hizbullah ve hatine valakirin tên naskirin.
Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re hizbullah li kêleka rêjîma Esed li cihên navborî şer kir.



