Koma Orkîd a wênesaziyê ya Qamişlo pêşangehek vekir:
Komê destnîşan kir ev pêşengeh ji bo alîkarî kirina bi ciwanên bi nexweşiya elasîmya, penceşêrê û zarokên şehîdan re hatiye vekirin.
Koma Orkîd a wênesaziyê li hola Nûbelai ya bajarê Qamişlo pêşengeha tabloyan a bi navê “Çîroka serkeftinê” vekir.
Hunermend, rewşenbîr, gelek welatî û ciwan beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşengehê de 130 tabloyên li ser xweza û jin ku bi destê 100 wênesazan ve hatine xêz kirin hatin pêşandan.
Di pêşengehê de sînevizyona li ser kar û xebatên salekê ya Koma Orkîd hatibû amadekirin hat pêşandan.
Komê destnîşan kir ev pêşengeh ji bo alîkarî kirina bi ciwanên bi nexweşiya elasîmya, penceşêrê û zarokên şehîdan re hatiye vekirin.



