Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayên HPG’ê şehîd Berxwedan Goyî, Rêzan Civyan û Hogir Botan konê sersaxiyê hat danîn.
Li Mexmûrê ji bo gerîlayên HPG’ê Şehîd Berxwedan Goyî, Şehîd Rizgar Civyan û Şehîd Hogir Botan Ku 19’ê Tîrmeha 2024’an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn, konê sersaxiyê hat danîn.
Şêniyên Wargehê, endamên sazî û meclîsên Wargehê bi awayekî girseyî serdana konê sersaxiyê kirin.
Li wir Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ehmed Nêrwehî axivî.
Ehmed Nêrwehî balkişand li ser dagirkeriya li ser Kurdistanê û wiha got:
“Dijmin ji bo tundekirina gelê Kurd bi hemû hêza xwe êrişî Kurdistanê dike.
Ev 40 sale ji destpêkirina şoreşê heya roja meya îro her roj, her hefte û her meh em zarokên xwe yên herî bi nirx şehîd didin.
Bêguman bi eşq, viyan û heskirin ev têkoşîn tê kirin.”
Her wiha li ser navê malbata hersê şehîdan birayê Şehîd Berxwedan Goyî, Zubeyîr Hilalî axivî û bang li tevahî xayîn û xwefiroşên kir ku ji rêya xiyanetê vegerin.



