Jinên sûrî yên ku tev li panela diyalogê ya li Helebê bûne, rewşa jinan di nava alozî û şerên pergalên desthilatdar de nîqaş kirin.Jinan diyar kirin ku di şerên li ser rûyê erdê çêbûne de her dem jin Qurbana yekemîn e û gotin: Pêwîstiya jinan bi xurtkirina hewldanên ji bo bidawîkirina sûcên li dijî jinan tê kirin heye.
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek bi navê “Jin qurbaniya şer û şerefê ye… bêdengî beşdarbûn e” li Kafeterya Lêlon a li taxa Eşrefiye ya Helebê li dar xist.
Jinên ji Şam, Hema, Hims, Heleb, Siweyda, Idlib, Reqa, Tebqa û berava Sûriyê tev li panelê bûn.
Mîdiye Midewer: Pêwîste têkoşîna jinan xurtir bibe
Endama rêveberiya ragihandinê ya Meclisa Jinan a Sûriyê Mîdiye Midewer axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.
Mîdiye Midewer teqezî bi pêwîstiya xurtkirina hewldanên jinan ji bo bidawîkirina sûcên li dijî wan têne kirin, kir.
Piştre berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê ya kantona Tebqayê Cuheyne Misto beşa yekemîn a panelê ya bi sernavê “Tunekirina jiyanê di koka jinên sûriyî de” xwend.
Cuheyne Misto: Hemwextî şer û aloziyan, tundiya li ser jinên Sûriyê zêde bûn
Di beşa yekemîn de Cuheyne Misto diyar kir ku hemwextî şer û aloziyan, tundiya li ser jinên sûrî zêde bûn û got:
“Tundiya li dijî jinan ya di bin navê urf û adetên paşverû sedema wê kêmbûna exlaqê, zihniyeta baviksalariyê ye”
Sekreterê rêxistina Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a li Sûriyê ya Helebê jî nêrînên xwe parve kir û got:
“Sernavê panelê bi xwe navaroka wê şîrove dike ku jin bûye Qurbana civaka baviksalariyê.”
Nataşa El Asferî: Di her şerî de jin dibin qurban
Panel bi beşa duyemîn ya bi sernavê “Derketina ji tunela tarî”dewam kir û têde Çalakvana sûrî Nataşa El Asferî axivî.
Nataşa El Asferî jî diyar kir ku di şerên li ser rûyê erdê çêbûne de her dem jin Qurbana yekemîn e û got:
“Dewletên Ewropî her dem propagandaya têgeha dabînkirina mafên jinan dikin.
Lê ji gelek aloziyan nerastiya îdiayên wan diyar bû.
Mînaka wê ya herî dawî jî şerê Ukraynayê ye ya ku trajediya jinên ukraynayî ji bo berjewendiyên ewropî hate bikaranîn.”
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû hin xalên sereke jî evin:
- Avakirina navend û peymangehan ji bo hişyarkirin û perwerdekirina ciwanan.
- Xebat ji bo ronîkirin û guhdana medyayê ji bo pirsgirêkên jinan di hemû aliyan de.
- Têkoşîna ji bo bidestxistina jinan di biryarên siyasî, civakî û aborî de.
- Xebat ji bo avakirina malbateke demokratîk û civakeke exlaqî.
- Piştgirî û hevgirtina jinan ji bo rawestana li kêleka jinên ku li Sûriyê dibin hedefa tundiyê.



