PYD`ê civîn li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Dêrikê li dar xist. Endamê PYD`ê yê Dêrikê Remadan Mihemed axivî û behsa Komploya Navneteweyî kir û got: “Ji bo tunekirina şoreşa gelê Kurd a li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîdan ava bûye, Serok dîl hate girtin.”
Mihemed wiha domand: “JI bo ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, çand û zimanê xwe biparêzin divê em têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”
PYD`ê civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Girkê Legê li dar xist. endamên meclis û saziyên bajêr tev li civînê bûn.
Endama rêveber a Kongra Star Leyla Kabar axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Komplo, berdewam e û divê em bibin yek û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin.”
Leyla bang kirin ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin.
Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Atif Sabrî got: “Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin.”
Sabrî ev li gotinên xwe zêde kir: “Projeya neteweya demokratîk anku Rêveberiya Xweser, biratiya gelan, kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata navîn e.”
Sabrî wiha domand: “Dewleta Tirk û hêzên komploger ji pergala îşkence û qirkirinê, tesfiyekirina ziman û nasnameya kurdî ye. Divê em têkoşînê mezin bikin û komployê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



