Li Reqayê bi dehan jin ji bo şermearkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkence û qirkirinê meşiyan. Di meşê de peyama “Hûn nikarin roja me tarî bikin” hat dayîn”.
Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkece û qirkirinê ya li Îmraliyê meş bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dar xist.
Bi dehan jin, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Yekitiya Jinên Ciwan, Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Weqfa Jina Azad tev li meşê bûn.
Meş ji pêşiya avahiya Melcisa Giştî ya Rêveberiya Xweser dest pê. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û pankartên “Bi rihê serhildana jina azad û berxwedana çiyayên azad em ê komploya navneteweyî têk bibin û Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan azad bikin” hatin vekirin.
Meş li çerxerêya El Naîm rawestiya û veguherî mitingê. Li çerxerêyê endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwanê Hîba El Siwêhî daxuyaniya yekitiyê xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev çalakî ji bo piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca komployê, parçekirina Rojhilata Navîn û ji nû ve sazkirina nexşeya osmaniya nû û dagirkirina herêmê ye.
Di daxuyaniyê de hat têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li hember hêzên împeryalîst hate silavkirin û hate gotin: “Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re hatine pêşkêşkirin, ji gelên bindest û azadîxwaz re bûne rêya azadiyê û têkoşînê û hate diyarkirin ku wî rola cewherî ya jinan di civakê de vegerand û ew parast.
Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Em ji dewleta Tirk a faşîst, çete û tevkarên wê re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Serokê me wê di demeke nêz de azad bibe.
Divê gelên bindest û jin tev li pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.”
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



