Dewleta Îranê li girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan, cezayê qedexeya hevdîtina malbatê birî.
Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku 17 sal in li Îranê girtî ye û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn, bi fermana Wezareta Enformasyonê mafê wê yê ku malbat serdana wê bike hat redkirin.
Zeynep Celaliyan ku beriya 4 salan li girtîgeha Yezdê hate bicihkirin, tenê carekê karîbû malbata xwe bibîne.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zeynep Celaliyan destpêka hefteyê ji bo dîtina malbata xwe daxwaz kir,
lê belê rayedarên girtîgehê ragihand ku bi fermana Wezareta Enformasyonê serdan hatiye qedexekirin.
Zeynep Celaliyan ku hefteya derbasbûyî rakirin nexweşxaneyê, li gel îtirazan jî dermankirina bi kelepçeyan lê hate ferzkirin, ji ber ku li ber vê yekê rabû, nehate dermankirin.
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di hûcreya yek kesî de dimîne



