Di bin şert û mercên dijwar de zarokên koçber ên Kampa Newroz a bajarê Dêrikê dimînin, li Navenda Çand û Huner a li kampê fêrî hunerê dibikin.
Zarokan dibêjin:
“Em gelek kêfxweş dibin dema tên navendê lê di heman demê de em dixwazin alîkarî ji bo me were pêşkêşkirin.
Rêxistinên mirovî bi baldarî xebatên ku em dimeşînin naşopîne.”
Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di sala 2019’an de li Serêkaniyê û Girêspî, bi hezaran kes neçar man dev ji cih û warên xwe berdin.
Hinek ji malbatan jî li Kampa Newroz a bajarê Dêrikê bi cih bûn.
Li kampê di sala 2022’an de navenda Çand û Huner ji bo zarokan hat vekirin
Li ser bingehê daxwazên zarokên li kampê Rêveberiya Xweser a Demokratîk di sala 2022’an de Navenda Çand û Hunerê vekir.
Navendê beşa stran, govend, şetrenc, futbol û şanoyê dihewîne.
6 mamosteyên ku bi xwe koçber in, di kampê de dijîn perwerde didin zarokan.
Zarokên Kurd û Ereb yên bi hev re li kampê dijîn û perwerdeyê dibînin ji 8 salî heta 15 salî ne.
Hejmara zarokan ji 90’î zêdetir e û li ser komên ku tê de cih digrin belav dibin.
Rêveberên navendê: Ev navend ji bo rewşa zarokên kampê pir girînge
Rêveberên navenda çand û hunerê li kampa Newroz balkişand ser girîngiya navendê, bi taybetî di vê rewşa ku koçber niha tê de dijîn.
Her wiha rêveberiyê da zanîn ku ew hewl didin hemû malbatan hişyar bikin da ku zarokên xwe bi pêş bixin.
Fereh Hiso: Ez dixwaim bi riya navendê xwe li pêş bixin û başdarî pêşbirka bibim
Fereh Hiso ya 14 salî koçbera Serêkaniyê ye û li navendê fêrî setrenc, goved û wênexêziyê dibe.
Fereh Hiso anî ziman ku ew diwaze bi riya perwerdeyên li navenê xwe li pêş bixe û beşdarî pêşbirkan bibe.
Fatma El Etiye: Şano dihêle ku ez tiştên nexweş ji bîr bikim
Fatma El Etiye ya 12 salî jî di beşa şanoyê de cih digre, di dema kêşana navendê, wê li gel çend hevalên xwe şanoyek li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêşkêş kir.
Fatma da zanîn ku ew şanoyek hişyariyê ji bo civakê pêşkêş dikin ji bo ku tundiya li ser jinan bi dawî bibe û wiha domand:
“Nêzî sê salan e bi berdewamî perwerdeyê li navenda çand û hunerê dibînim.
Em fêrî gelek tiştên çandî û hunerî dibim.”
Fatma El Etiye: Em dixwazin alîkarî ji bo me were pêşkêşkirin
Fatma El-Etiye destnîşan kir ku dema ew mezin bibe dixwaze bibe mamosteya perwerdeyê û zarokan fêr bike û wiha bi dawî kir:
“Em gelek kêfxweş dibin dema tên navendê lê di heman demê de em dixwazin alîkarî ji bo me were pêşkêşkirin.
Rêxistinên mirovî baldarî nadin xebata ku em dimeşînin.”



