Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê wê ji bo qonaxa duyemîn a Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ daxuyaniyekê bide.
Serokê berê yê STUC’ê û Sekreterê Giştî yê Konfederasiyona Sendîkayên Dundee’yê Mike Arnott got:
“Divê Ocalan azad bibe.”
Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC), amadekariyê dike ku bi wesîleya salvegera duyemîn a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ daxuyaniyekê bide.
Di çarçoveya pêngavê de wê di navbera 1-10’ê Cotmehê de li kolan, meclîs û şaredariyan civînên çapemeniyê, xebatên çandî, konferans, çalakiyên siyasî û çalakiyên jinan bêne lidarxistin.
Li gelek welatên Ewropayê jî ji bo pêngavê amadekarî dewam dikin.
Di navbera 1-12’ê Cotmehê de wê gelek çalakî bêne lidarxistin
Li Brîtanyayê, di navbera 1-12’ê Cotmehê de wê çalakiyên berfireh bêne lidarxistin.
Kongreya Yekîtiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) wê 2’ê Cotmehê li avahiya sendîkayê civîneke çapemeniyê lidar bixe.
STUC wê di daxuyaniya çapameniyê de nameya ji bo Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy bi raya giştî re parve bike û tê de qala tecrîda li dijî Rêber Apo û pirsgirêka Kurd bike.
Wê saziyên ji hemû aliyên Kurdistanê kom bibin û helwesteke hevpar nîşan bidin
Her wiha wê saziyên ji hemû aliyên Kurdistanê li hev kom bibin û têkildarî pêngavê helwesteke hevpar nîşan bidin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger jî wê meş û tûreke biskilêtan lidar bixe.
Mike Arnott: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Serokê berê yê STUC’ê û Sekreterê Giştî yê Konfederasiyona Sendîkayên Dundee’yê Mike Arnott bang li Tirkiyê kir ku ji bo çareseriyê bi tevgera azadiyê ya Kurd re dest bi danûstandinan bike û got:
“Azadiya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina gelê Kurd a di danûstandinên bi Tirkiyê re pêwîstî ye. Ji bo pêşketin çêbibe, divê teqez azad bibe.”
Arnott diyar kir ku ew paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo û nivîsên wî yên li ser azadiya jinê û mijara ekolojiyê weke çavkaniyên sûdwergirtinê dibîne û wiha bi dawî kir:
“Bi dîtina min fikrên wî ji meseleya Kurd wêdetir xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo herêmeke hîn berfireh, her wiha ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkên navneteweyî xwedî potansiyelê ne.”
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



