Di şerê hêzên Şamê û çeteyan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Navnda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand:
Hêzên hikumeta Şamê bi obîsn derdora herêma Sermîn a li rojhilatê Idlibê topbebaran kir.
Di encama topbaranê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Hate diyar kirin ku di topbarana hêzên hikumeta Şamê de çeteyekî koma “Fetih El Mubîn” li herêma Sehil El Xab a gundewarê rojavayê Hemayê hat kuştin.
SOHR da zanîn ku di êrişa çeteyên heman komê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li Girê Reşo yê gundewarê bakurê Laziqiyê birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku SOHR dane, ji destpêka îsal ve 354 kes di şer û êrişên li “Herêma bêçek” de hatine kuştin û 161 welat, zêdetirî 127 leşkerên Şamê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûne.


