Hêzên Parastinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dagirkeran di meha îlonê de 88 caran êriş dijî kantonê pêk anîne.
Hêzên Parastinê yên Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyek bilançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Efrîn-Şehba aşkere kir.
Hêzên Parastinê diyar kir ku dagirkeran di meha îlonê de, 88 caran dijî kantonê êriş pêk anîne.
Gor wê 32 gund, bajarok û bejahiyên Kantona Efrîn û Şehbayê bûn hedefa dagirkeran.
Di encama van êrîşan de, welatiyê bi navê Mihemed Sadiq ê 30 salî êrişa 9’ê Îlonê a ser gundê Dêr Cemal, hat kuştin.
Her weha di êrişa ser gundê Tinibê, zarokên bi navê Zeynep Cinêd a 4 salî, Ehmed Cinêd ê 6 salî birîndar bûn.



