Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku eger têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bê mezin kirin wê teqez encam bê bidestxistin.
Kalkan bang bang li her kesî jî kir, ku 13’ê Cotmehê ji bo mîtînga li Amedê seferber bibin û got: “Em xwedî li Rêber Apo derkevin, ji her demê bêhtir xwedî lê derkevin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan pergala îmraliyê û têkoşîna li dijî pergala Îmraliyê nirxand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bersiv da pirsên Medya Haber TV.
Kalkan pergala Îmraliyê berxwedana li hemberî wê wiha nirxand:
“Beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo bi hurmet silav dikim.
Sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê dewam dike.
Rêber Apo 25 sal, 7 meh û 17 roj in di nava vê sîstema tecrîd û qirkirine de tê hiştin.
Li hemberî vê têkoşînê jî dewam dike. Bêguman li her qadê têkoşîneke mezin heye”.
Dûran Kalkan: Divê têkoşîna li hemberî biryara KE’yê zêde û mezin bibe
Dûran Kalkan biryara KE’yê wiha nirxand:
“Ev têkoşîn jî gihîşt asteke girîng. Rêveberiya me helwesta tevgera me eşkere kir. Helwesta gelê Kurd, hêzên çep û sosyalîst a li hemberî biryara Komîteya Wezîran hate nîşandan.
Divê têkoşîna li hemberî biryara KE’yê zêde û mezin bibe.”
Dûran Kalkan: Komîteya wezîran komîteyekî siyasî ye ne hiqûqiye
Dûran Kalkan ji bo hin nirxandinên ku li ser KE’yê şaş tên kirin jî wiha got:
“Hate gotin Komîteya Wezîran biryareke siyasî da, di hin nîqaşan de. Ji xwe saziya siyasetê ye.
Divê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve neyê nirxandin.
Ew saziyeke hiqûqî nîne. Ji aliyê hiqûqî ve biryarê nadin. Biryara siyasî didin, saziya siyasetê ne.
Biryara hiqûqî ji xwe ji aliyê DMME ve hatibû dayin.
Ew saziya siyasetê ne ku ji bicihanîna vê biryarê, ji şopandina bicihanîna biryarê berpirsyar in.”
Dûran Kalkan: Divê her kes bi xurtî tevlî çalakiya 13’ê Cotmehê bibe
Kalkan li ser çalakiyên ku wê li hemberî komployê jî bên li darxistin bibin jî ew nirxandin kir.
“Em xwedî li Rêber Apo derkevin, ji her demê bêhtir xwedî lê derkevin.
Ji bo azadiya Rêber Apo em bi rêbazên herî dewlemend têbikoşin.
Rojava li ser piyan e, li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî hene, mîtîng hene.
Di 13’ê Cotmehê de li Amedê tê xwestin, sala duyemîn a têkoşînê bi çalakiyeke herî berfireh a girseyî bê destpêkirin.
Divê em bi rengê herî xurt tevlî vê bibin. Divê her kes tevlî bibe.”
Dûran Kalkan: Çareseriya Rojhilata Navîn wê bi Rêber Apo re pêk bê
Dûran Kalkan salvegera 26’an a têkoşîna li dijî komployê ye jî nirxand û wiha got:
“Komploya Navneteweyî 9’ê Cotmeha 1998’an bi zexta derxistina Rêber Apo ji Sûriyeyê destpê kir.
Hêza çareseriyê Rêber Apo bû, hêza çareseriyê astengkirin.
Bûn xwedî û berpirsyarên ewqas xwîn, êşkence û komkujiyê.
Em bang li hêzên pêwendîdar dikin ku dest ji kiryarên xwe berdin, sererast bikin, ji ber êşkence û zilma ku li Kurdan kirin, lêborînê ji Kurdan bixwazin.”



