Parêzerên Rêber Apo, bi Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT re hevdîtin kirin
Ji parêzeran Îbrahîm Bîlmez ku hevdîtin pêk anî diyar kir ku di serdanê de rapora têkildarî serdana Îmraliyê anîne rojevê
Bîlmez anî ziman wan destnîşan kirine ku “tecrîd hatiye astek ku êdî nayê tehamûlkirin.”
Lewra daxwaz ji CPT’yê hatiye kirin ku demildest serdana Îmraliyê bike.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirin.
Ji parêzerên Buroyê Îbrahîm Bîlmez têkildarî hevdîtinê axivî.
Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan di hevdîtinê de ji CPT’yê destnîşan kirine ku “tecrîd hatiye astek ku nayê tehamûlkirin.”
Bîlmez anî ziman, wan ragihandine ku mînak û nimûneyên pergala tecrîda li Îmraliyê li tu deverên cîhanê nîne û got:
“Her wiha me ji CPT’yê re got ku divê hûn rapora xwe ya amadekirî eşkere bikin.
Her çiqas rapor eşkere kirin jî lê 2 sal bi ser re derbas bûne û ji ber ku zeman lê ketiye me ji CPT’yê xwest ku demildest biçe serdana Îmraliyê.”
Bi domdarî parêzer Bîlmez bal kişand ser tiştên ku CPT ji wan re aniye ziman û ev agahî da:
“Şandeya CPT diyar kir ku ew ji sala 1999’an ve bi Îmraliyê ve ji nêz ve eleqedar dibin.
Ji me re gotin ku ji bo ew tecrîdê rakin her tim bi hikûmeta Tirkiyê re di nava danûstandinê dene.
Her wiha ji bo raporê gotin bêyî erêkirina Tirkiyê ew nikarin raporê eşkere bikin, lê ji bo ku erêkirina Tirkiyê werbigirin, di nava hewldanan de ne.”
Di dawiyé de ji Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez da zanin ku bi Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re jî di heman çaçroveyê de hin hevdîtinên dîplomatîk pêk anîne.



