Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara mirovên ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane bûye 1974 kes.
Li gorî daneyên Navenda Krîzê ya Lubnanê ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de eşkere kir, ji 23’ê Îlona 2024’an ve 239 hezar û 453 kes reviyan Sûriyê.
Maseya Krîzê jî diyar kir ku nêzî 240 hezar kes reviyan Sûriyê.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê doh daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hejmara qurbaniyan gihîştiye 1974 kesan ku 127 ji wan zarok, 261 jî jin bûn.
Her wiha hate ragihandin ku 9 hezar û 384 kes jî birîndar bûne.
Sê rayedarên Îsraîlî ku nexwestin navê wan bê eşkerekirin ji New York Timesê re axivîn û diyar kirin ku di êrîşeke Îsraîlê de ‘Civîneke lîderên payebilind ên Hizbullahê hedef hate girtin ku şûngirê Hesen Nasrullah, Haşim Safîeddîn jî lê bû’.
Sky Newsê jî li gorî medya Îsraîlê ragihand ku ji bo kuştina Haşim Safîeddîn bi dehan ton bombe hate bikaranîn.
Çend deqe piştî êrîşê hin rojnamevan û saziyên medyayê îdîa kirin ku ev êrîş ji ‘êrîşa ku lîderê Hizbullahê Hesen Nasrullah kuşt hîn girîngtir bû’.
Navenda Krîzê ya Lubnanê: 239 hezar kes reviyan Sûriyê
Li gorî daneyên Navenda Krîzê ya Lubnanê ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de eşkere kir, ji 23’ê Îlona 2024’an ve 239 hezar û 453 kes reviyan Sûriyê.
Wezîrê Ragihandinê yê Lubnanê Alî Hamiye ji Reutersê re got, Îsraîlê êrîş bir ser herêma li nêzî deriyê sînor ê Masnaayê ku di navbera Lubnan û Sûriyê de ye.
Hate ragihandin ku di vê herêmê de bi sed hezaran kesên ji bombardûmana Îsraîlê reviyabûn, derbasî Sûriyê bûbûn.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee roja Pêncşemê ragihandibû ku Hizbullah di ser deriyê sînor ê Masnaayê re ber bi Sûriyê qaçaxçitiya çekan dike.



