Parêzer Xalîde Mihemed diyar kir ku ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha Rêber Apo di nava îşkence û qirkirinê de ye û got:
“Ji ber sedemên siyasî ye ku ev îşkence li Rêber Apo tê kirin.
Ev rasterast bi komploya navdewletî girêdayî ye.”
Rêber Apo 9’ê cotmeha 1998’an de bi komployek navdewletî ji Sûriyê neçar ma derkeve.
Parêzer Xalîde Mihemed têkildarî mijarê axivî.
“Îşkence bi komploya navdewletî girêdayiye”
Parêzer Xalîde Mihemed da zanîn ku Rêber Apo di bin îşkenceya giran de ye û ev ne hiqûqî ye û got:
“Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha di nava îşkence û qirkirinekê de ye.
Ji ber sedemên siyasî ye ku ev îşkence li Rêber Apo tê kirin.
Ev rasterast bi komploya navneteweyî re girêdayî ye. ”
“Zagon, biryar û îmzeyên navdewletî”
Xalîde Mihemed têkildarî zagon, biryar û îmzeyên navdewletî de got ku hin mafên girtiyan jî hene ku ji hêla qanûn, peyman û peymanên navneteweyî ve têne naskirin û divê mafê wan bê dayin û wiha pê de çû:
“Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve mafên mirovan di zagon, peyman, biryar û rêbazan de hatine diyarkirin.
Di sala 1984’an de Neteweyên Yekbûyî Peymana li dijî Îşkence û rêbazên zorê, Dijmirovî û Xerabkar qebûl kir lê mixabin ev zagon di rastiyê de pêk nayê.”
“Rêber Apo ji Mafê Hêviyê bêpar maye”
Parêzer Xalîde bal kişand ser zagona mafê Hêviyê ku Rêber Apo jê bêpar hatiye hiştin û wiha got:
” Di sala 1950’î de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarek li ser mafê hêviyê derxist.
Cara yekem ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê ve di sala 1977’an de hat sepandin û Tirkiyê jî ew îmze kir.
Li gorî xala 17’an a Peymana li dijî Îşkence û Cezayan Konseya Ewropayê desteyek taybet bi navê CPT’yê ava kir.
Komîteya li dijî Îşkenceya Dijmirovî û Rûmetbar, ji bo şopandina şêwazên xerab û şert û mercên girtiyan divê erka xwe bîne cih.”
“Dewletên kapîtalîst naxwazin pirsgirêk çareser bibin”
Xalîde Mihemed da zanîn ku dewletên kapîtalîst naxwazin qeyrana li Rojhilata Navîn bê çareserkirin û ev tişt anî ziman:
“Dewleta tirk sêyemîn artêşa mezin a NATO’yê ye.
Parêzer Xalîde Mihemed banga tevahî rêxistinên mirovî kir ku xwedî li doza Rêber Apo derkevin û wiha bi dawî kir:
“Em weke çalakvanên mafên mirovan ên Sûriyê, bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin ku derbarê îşkenceya li ser Rêber Apo û bidestxistina azadiya fizîkî, divê zextê li ser dewleta tirk bikin.”
Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran çalakî: Bi Komployê re xeterî zêde bûn



