Li Arjantînê yê Ewropayê di çalakiya Dayikên Plazo De Mayo de îşkenceya li ser Rêber Apo hate şermezarkirin.
Li paytexta Arjantîn , di çalakiya şermezarkirinê ya Dayikên Plazo De Mayo de ku her Pênşemê ji bo 30 hezar windahiyan lidar dixin, ji bo Rêber Apo peyam hatin parvekirin.
Di çalakiyê de li ser şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û polîtîkayên îşkence bi rêk û pêk ên li dijî Rêber Apo axivîn.
Çalakgeran diyar kirin ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo yekane rêya çareseriyê ya ji bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn e.
Her wiha hate ragihandin ku hêzên serwer ên navneteweyî ji gotineke bi tenê ya li Îmraliyê ditirsin, lewma jî sîstema êşkenceyê dewam dike.
Li paytexta Yewnanistanê Atînayê jî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, bi pêşengiya Akademiya Modernîteya Demokratîk (AMD) semîner hat dayîn.
Li Avûstûryayê jî Komploya Navnetewî bi hin çalakiyan ve hate şermezar kirin.
Bi tevlîbûna parlementer û parêzerên Rêberê Gelê Kurd re hin hevdînên dîplomatîk, civînên gel, meş û mîtîng pêk hatin.



