Rojnamevanên Helebceyê derbarê hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê de axivîn.
Rojnamevanan gotin:
“Em dikarin bi rêya vê hilbijartinê, li Kurdistanê guhertinek mezin pêkbînin.”
Rojnamevanan bang her kesî kirin ku tevlî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin.
Biryare ku di 20’ê vê mehê de hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya dema şeşem were lidarxistin.
Propagandaya hilbijartinê di 25’ê Îlonê de destpêkiriye û dewam dike.
Rojnamevanên Helebceyê derbarê mijarê de axivîn.
Rojnamevan Aram Bamokî: Ev hibijartineke çarenûsî ye
Rojnamevan Aram Bamokî diyar kir ku ev hilbijartin hilbijartineke çarenûsî ye û got:
“Piraniya saziyan dema xwe ya yasayî ji dest dane, ev hilbijartin jî ji bo ku em rewatiyê bidin xwe ye.
Divê Kurd vê hilbijartinê girîng bibînin, ji ber ku pêvajoyek wiha ye ku mafên xwe têde diyar bikin û zelal bikin.
Hêvîdarim aliyên siyasî encaman qebûl bikin.”
Rojnamevan Salim Hemexan: Welatî bi rêya hibijartinê dikarin daxwazên xwe pêk bînin
Herwiha rojnamevan Salim Hemexan jî li ser heman axivî û wiha got:
“Yek ji peyamên herî girîng ya demokrasiyê, hilbijartine.
Ji ber welatî dikarin bi rêya sindoqan tevlî siyaseta di welat de bibin.
Saziya herî girîng ya siyasî jî parlamentoye, welatî bi çûyîna ser sindoqan dikarin daxwazên xwe pêkbînin.”
Rojnamevan Salim Hemexan: Divê ji bo guhertinê her kes biçe ser sindoqan
Salim de da zanîn ku divê ev hilbijartin bibe sedema guhertina vê rewşa xirab û ev tişt anî ziman:
“Di vê her welatiyek beriya hemû tiştî, biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.
Bi tevlîbûna hilbijartinê em dikarin dengê xwe ji yên hizbên desthilat zêdetir bikin.
Ger gel neçe ser sindoqan, wê rêjeya dengê hizbên desthilat zêde bibe.”
Wê 9 Welat û 8 Rêxistinên Navneteweyî çavderiya hilbijartinên Başûr bikin



