Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Avaşînê de şehîd bûne eşkere kir û got:
“Hevrêyên me Azad, Delîla û Lorîn bi fedakarî û wêrekî têkoşiyan, bûn navê bawerî, dilsoziya bêheq û têkoşîna bi egîdan e.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Avaşînê de şehîd bûne eşkere kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de li ser têkoşîna şehîdan wiha hat gotin:
“Hevrêyê me Azad li navçeya Qelqelî ya Serhedê ku bi welatparêzî û berxwedaniya xwe tê naskirin, tevlî refên azadiyê bû.
Ji roja ewil a tevlîbûna xwe ya li nava têkoşîna me ya azadiyê ku bi coş û kelecaneke bêterîf tevlî bû, heta şehadeta xwe tu tişt ji coş û kelecana wî kêm nebû.
HPG: Hevrê yên me bûn mîlîtanên PKK’ê û PAJK’ê yên mînak
Hevrêyê me yê ku bi vê taybetmendiya xwe ve di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.
Hevrêya me Delîla jî ya ku bi tevlîbûna xwe ya bi têgihîştî di qadên herî zehmet de jî bi azweriyeke mezin jiyanê hembêz kir.
Di xeta azadiya jinê de her tim xwe pêşxistinê armanc kir û bû milîtana xeta PAJK’ê.
Hevrêya me ku bi kesayeta xwe ya ezîm, jîr, bi biryar û têgihîştî li her qadê bû xwedî tevlîbûneke fedaiyane.
Bi zanebûna ku bi tenê bi tevlîbûneke wiha dikare layiqî heqîqeta Rêbertî û şehîdan be, tevgeriya.
Hevrêya me Lorîn a ku ji roja ewil a tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla ve bi biryardariyeke mezin jiyana gerîla û çiya hembêz kir.
Em hevrêyên wê soz didin ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Lorîn di her pêngava têkoşîna xwe de bi bîr bînin û bidin jiyîn.
HPG’ê herî dawî got:
“Hevrêyên me Azad, Delîla û Lorîn bi fedakarî û wêrekî têkoşiyan, bûn navê bawerî, dilsoziya bêheq û têkoşîna bi egîdan e.
Em sersaxiyê ji malbatên hevrê yên xwe û gelê xwe yê kurdistanê re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Azad Ozgur
Nav û paşnav: Emrah Gunara
Navê dayikê: Zahîde
Navê bav: Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Cotmeha 2019’an / Avaşîn

Nasnav: Delîla Rojevîn Garzan
Nav û paşnav: Fatma Kiliçarslan
Navê dayikê: Sureyya
Navê bav: Îkram
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Cotmeha 2019’an / Avaşîn

Nasnav: Lorîn Bîşeng
Nav û paşnav: Nezahat Çapan
Navê dayikê: Taybet
Navê bav: Yasîn
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Cotmeha 2019’an / Avaşîn



