Wezîrê karên derve yê Îranê Abas Araqcî duh çûbû Şamê ji bo ku bi rayedarên hikumeta Şamê re geşedanên herêmî û têkiliyên dualî nîqaş bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Abas Araqcî li gel şandeyekê gihaştiye Şamê.
Li gorî berdevk, Araqcî dê bi rayedarên hikumeta Şamê re geşedanên herêmî û têkiliyên dualî nîqaş bike.
Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ev serdana yekemîn a rayedarekî Îranê ye.
Araqcî duh çûbû Beyrûtê û di civîneke çapemeniyê ya li wir de gotibû:
“Hebûna min li vir helwesta Îranê ya piştgiriya vî welatî û Hizbullahê nîşan dide.”



