Navenda raghandina Asayîşê raghand ku i gundewarê Dêre Zorê 18 firoşkar, bikarhêner û belavkarên hişbirê girtin.
Navendê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parvekirin:
Hêzên me li gelek gund û bajarokên Dêre Zorê rêzeçalakiyên taybet li dijî cihên bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir li dar xistin.
Hêzên me 18 kesên ku di nav wan de jin jî hebûn binçav kirin, di destê wan de gelek madeyên hişbir û ev tişt desteserkirin:
- 7602 hebên Kaptagon
- 251,2 gram heşîş
- 62 gram mîsa krîstal
- 8 cur’eyên bikaranîna hişbirê
- 2 çekên kilaşînkov
- 5 cercûrên kilaşînkovê
- 20 mermiyên kilaşînkovê
Asayîşê destnîşan kir ku lêpirsînên li ser girtiyan bi dawî bû û ew û tiştên ku hatibûn desteserkirin ji dadgehê re hatin şandin.



