Di hilbijartinên herêmî de gel ji bo hilbijartina 5 hezar û 569 şaredar û 58 hezar endamên meclîsê çûn ser sindoqan.
Di dema ku Partiya Sosyal Demokrat ya ku Lula da Sîlva piştgirî dikir 887 şaredarî bi dest xist.
Tevgera Demokrat a Brezîlyayê ya ku Bolsonaro piştgirî kir 863 şaredarî bi dest xist.
Ji ber ku li Sao Paulo, bajarê herî mezin ê Brezîlyayê, Porto Alegre, Fortaleza, Cuiaba, Natal û Aracaju, tu namzet ji sedî 50 ê dengan derneket.
Her du namzedên ku herî zêde deng girtine dê di tûra duyemîn a 27’ê Cotmehê de bikevin hevrikiyê.
Şaredarê niha yê Sao Paulo, Ricardo Nunes ku ji aliyê rastgira tund Bolsonaro ve tê destekkirin, ji sedî 29,49 ê dengan, Guilherme Boulos ya ku Lula da Silva piştgirî dide ji sedî 29,06 dengan stend.
Li Rio de Janeiro, yek ji mezintirîn bajarên geştiyariyê yê welêt, Eduardo Paes ku Lula da Silva piştgiriya wî dike, bi wergirtina ji sedî 60 ê dengan ferqeke mezin li namzetê Bolsonaro çêkir.



