Meclisa navçeya Til Birak bajrê Hêsekê têkildarî komloya navnetweyî civînek girseyî li darxist.
Li bajarê Reqyê jî amedkariyên ji bo meşek girseyî tê kirin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî komploya navneteweyî civîn û meşên gelên hrêmê tên li darxistin.
Meclisa navçeya Til Birak a kantona Cizîrê civîneke girseyî li hola meclisê ya naçeyê li dar xist.
Xelkên bajarok, endamên partiyên siysî û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.
Beşdaran sedemên hûnandina komployê diyar kirin û gotin
“Dewletên ku şerê azadiyê dikin naxwazin têkoşerên gelan rizgar bikin hebin.
Lewma ji bo Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe divê têkoşîn were bilindkirin.”
Li Reqayê amedekariyên li dijî komploya navnetewî tên li darxistin
Sibe li Reqyê jî li dijî komploya navneteweyî wê meşek girseyî bê li darxistin.
Endama qomîteya amedekar Heyfe Mislim diyarkir ku wê 10 hezar kes ji xelkên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê beşdar bibin.
Heyfa destnîşankir ku wê meş ji Meclisa Giştî destpê bike û li stada şaredariyê mîtîngek bê li darxistin.
Ji meşa Kobanê peyama ’Em kêlî bi kêlî bi Rêbertiya xwe re dijîn’



