Tevlî ku Îsraîlê gelek fermandarê Hizbullah kuştine jî lê şer hîna jî berdwam e.
Hizbullahê cihê leşkerî yê Îsraîlê yê li nêzî gundê El-lbona ya sînorî topnaran kirin.
Piştî vê yekê Îsraîlê eşkere kir ku 3 leşkerê wan bi giranî li başûrê Lubnanê birîndar bûne.
Her wiha Benjamin Netanyahu gef li Lubnanê xwar û anî ziman ku wê Lubnan mîna Xezayê biqede.
Şerê Hizbullah û Îsraîlê sar nebûye.
Hizbullahê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan cihê leşkerî yê Îsraîlê li nêzî gundê El-lbona ya sînorî topnaran kirine.
3 leşerên Îsraîlî li başûrê Lubnanê birîndar bûn
Girêdayî vê yekê Îsraîlê jî eşkere kir ku 3 leşkerê wan bi giranî li başûrê Lubnanê birîndar bûne.
Cîgirê Sekretêrê Giştî yê Hizbullahê Ne’îm Qasim nerîna Serokê Parleman yê Lubnanê Nebîh Berî ya wê nîqaş tenê li ser agirbestê be rast dît û piştgirî dayê.
Piştire Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu têkidarî vekirina deriyê nîqaşê yê ku Ne’îm Qasim ji bo wan vekirî hiştiye wiha got:
”Em di kuştina gelek çekdarên Hizbullah biserketin, niha Hizbullah di asta herî qels de ye.
Sekretêrê Giştî yê Hizbullah Hesen Nesirelah hate kuştin û her wiha me karîbû em Cîgirê wî jî bikujin.”
Netanyahu: Lubnan wê mîna Xezayê bi dawî bibe
Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahu gef li Lubnanê xwar û anî ziman ku wê Lubnan mîna Xezayê biqede.
Netanyahu bang li Lubnaniyan kir ku li dijî Hizbullahê derkevin.
Ev daxuyanî piştî ku artêşa Îsraîlî leşkerên zêdetir şandin Lubnanê û fermanên valakirinê ji bo başûrê wî welatî berfireh bû hat.
Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyî de ji Lubnaniyan re got:
“Derfeta we heye ku hûn Lubnanê rizgar bikin berî ku bikeve destê şerekî dirêj ku dê bibe sedema wêranî û êşan mîna ya ku me li Xezayê dît.”
Binyamîn Netanyahu got:
“Gelê Lubnanê ez ji we re dibêjim: Welatê xwe ji destê Hizbullahê rizgar bikin da ku ev şer bi dawî bibe.”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja sêşemê wan cihê binerd yê Hizbullah li başûrê Lubnanê bombebaran kirine.
Di encamê de 50 çekdar hatin kuştin di nava wan de sê kesên payebilind hebûn.
Çavdêrên leşkerî diyar dikin ku wê rawestandina şer û êrişan weke destpêkirina şer ne di destê Hizbullahê de be.
Qenala 12 ya Îsraîlê ragihand ku DYA û dewletên Ereban ji bo rawestandina şerê heyî nîqaşê bi Îranê re dikin.
Her wiha Qenala 12 anî ziman ku Îsraîl û şerê li Xezayê nakeve çarçoveya nîqaşê.
Berpirsên leşkerî yên Îsraîlê ragihandin ku Îsraîlê şer ranawestîne heta ku Hizbullah ji başûrê El-Lîtanî vekişe û binesaziya leşkerî ya li ser sînor ji nav bibe.
Her wiha Berpirsan li axaftiana xwe zêde kirin ku divê Hizbullah têkiliya xwe bi Hemazê qut bike û piştgiriya pêşkeş neke.
Reuters: Hizbullah nema şert û mercên xwe ji bo şerê li Xeza datîne
Ajansa Reuters di nûçeyeke xwe de nivîsandiye ku fermandarên Hizbullahê nema şert û mercên xwe ji bo şerê li Xeza datîne.
Berpirsên di Hikûmeta Lubnanê de ji Reuters re gotin ku Hizbullah piştî kuştina fermandarên wê helewsta xwe guhertine.



