Li Şerîda Xezayê di 24 saetên dawî de ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê 57 kes hatin kuştin.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava 25 filîstiniyên din binçavkirin.
Her wiha Komîserê Giştî yê UNRWA’yê Philippe Lazzarini ragihand ku 400 hezar Filistînî li bakurê Şerîda Xezayê asê mane.
Di êrîşên ku ji duh danê sibê ve ji aliyê Îsraîlê ve li ser herêmên cuda yên Şerîda Xezayê tên kirin 57 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl a Filistînê ya li Şerîda Xezayê Mahmud Basal derbarê êrîşên li ser herêmên cuda yên Xezeyê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gor daxuyaniyê di 6 êrîşên hewayî yên ku artêşa Îsraîlê li bakurê Xezeyê pêk anî de 15 kes mirin.
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Dêr el Belahê ya li navenda Şerîda Xezayê de 29 kes mirin.
Di van êrîşên Îsraîlê de gelek kes birîndar bûn.
Li bajarê Refahê yê li başûrê Şerîda Xezayê cesedê 11 kesên ku di êrîşên Îsraîlê de hatibûn kuştin, hatin dîtin.
Li Şerîda Xezayê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser 3 malan de 16 kes kuştin
Her wiha li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA, bijîşkên Heyva Sor a Filistînê diyar kirin ku di encama bombebarana balafira şer a artêşa Îsraîlê de li taxa El-Şucaiyê ya li rojhilat, malekî kir armanc û 9 kes mirin.
Rayedarên tenduristiyê diyar kirin ku kesên di êrîşê de mirine ji bin xirbeyên malê hatine derxistin.
Di encama bombebarana balefireke artêşa Îsraîlê ya li malekî li Kampa Penaberan a En-Nusayratê, zarokek jî di nav de 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Kampa Penaberan a El-Bureyc a li navenda Xezayê, di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê de 4 kes mirin.
Artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava 25 Filistîniyên din binçav kirin
Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Şandeya Komeleya Girtiyên Filistînê, artêşa Îsraîlê li Xelîl, Beyt Lehim, Qelqeliye, Cenîn, Tulkerîm, Nablûs,Ramallah û Qudsê gelek serdegirtina malan kirin.
Hat destnîşankirin ku di serdegirtinan de 25 kesên ku di nav wan de zarok, jin û girtiyên Filistînî yên berê ji zindana Îsraîlê hatibûn berdan, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin binçavkirin.
Bi girtinên dawî re hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li Şerîa Rojava ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin binçavkirin derket 11 hezar û 200’î.
NY: 400 hezar Filistînî li bakurê Xezayê asê mane
Her wiha Komîserê Giştî yê UNRWA’yê Philippe Lazzarini ragihand ku 400 hezar Filistînî li bakurê Şerîda Xezayê asê mane.
Philippe Lazzarini diyar kir ku gelên herêmê ji nû ve koçkirinê qebûl nakin û wiha got:
“Ji ber ku ew baş dizanin ku ti dereke Xezayê ne ewle ye.
Ev operasyona dawî ya leşkerî di heman demê de qonaxa duyemîn a kampanyaya felcbûnê ya ji bo zarokan tehdîd dike.
Zarok, wek her carê pêşî û herî zêde zirarê dibînin.”



