Hevrê Zelal ji salên 1990’an ve dest bi xebatên şoreşa azadiyê kir.
Di nava xebatê civakî de ked û xebatekî demdirêj da meşandin.
Ji salê 90’î heta 1999’an bi rengekî aktîv di nav xebatên civakî de li serasnerî Efrînê xebat meşandin.
Piştî girtina Rêber Apo derbasî çiya bû.
Ji sala 2000’an heta 2011’an jî li qadên parastinê yê medya di serî de Garê, Qendîl û Zargrosê ma.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re cardin berê xwe da Rojavayî Kurdistanê.
2011-heta dawiya 2015’an li Rojava di xebatê şoreşê de cih girt.
Di vê pêvajoyê de li Efrîn û Kobanê xebat meşand. Tevlî berxwedana Kobanê bû.
Taybetmendiya wê yê herî sereke û ew kiribû şoreşgera civaka xwe, fedekarî, rêhevaltî, heskirin û girêdana wê ya bi Rêber Apo û tevgera azadiyê re bû.
Ji ber ku salên dirêj di xebatên civakî de mabû, girêdana wê ya jin û gel re bi temamî li ser esasê xwe kirina pêşenga civakê bû.
Dagirkirina Efrînê bandorekî mezin li ser wê kiribû. Êşa gel bi her awayî ji dil de hîs dikir.
Ji ber ku di demên herî zehmetî de jî li tevahiya Efrînê kar meşand, Û di dema şoreşê de jî şahidî ji hestên azadiya gel re kir, Li her cihekî Efrînê ma.
Şoreşgera pêşeng 25 salan bê rawestan li her perçeyê kurdistanê têkoşîna azadiyê meşad.
Şereşgerê pêşengê gelê xwe Mazlûm Antep jî rêwitiya xwe ya azadiyê li çiyayên Kurdistanê despê kir.
Yek ji fermandar û pêşengê berxwedana Kobanê Mazlûm Antep
Heval Mezlûm di kesayeta xwe de yekbûna gelê me di her çar peçeyên kurdistanê de temsîl kir.
Di dema êrîşên li ser Kobanê de berê xwe da warê cenga giran.
Di nava şerê Kobanê de wekî fermandarekî şareza şer kir û têkoşîn da meşandin.
Di nava Berxwedana Kobanê de Fermandar Mazlûm bîrîndar dibe, lê bi israr dîsan jî di nava şerde dimîne.
Erkên xwe yê fermandariyê bi ruheke fedayetî û milîtaniyeke şoreşgerî pêk tîne.
Ev jî dibe yek ji lehengê berxwedana Kobanê û navê xwe li dîroka têkoşînê dinivîsîne.
Ew xwedî taybetmendiyên milîtan û kadroyê şoreşger yê xwedî kurahiya bîrdozî û hestên welatparêziyê û kesayeteke demokrat û sosyalîst bû.
Bêyî ku cudahiyan têxe nava perçeyên Kurdistanê û gelên wê de heval Mezlûm tekoşîneke mezin di hemû qadan de da meşandin û dinava Tevgera Civaka Demoqratîk de cihê xwe girt.
Hevrê Mazlûm di her qada ku lê dima li pêy xwe şopa hevrêtiya rast û dûrist dihişt.
Wek hevrê yên tekoşînê wê ala ku Zelal û Mazlûman radestî me kiriye wê her li ba be.
Wê ciwan, jin û gelê kurd xwedî li têkoşîna 25’salên bê rawestan derkeve.



