Welatiyên Mexmûrê komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û gotin:
“Em gelê Kurd çi qasî çalakiyên xwe xurt bikin, emê ew qasî dijminê xwe vala derbixin û li Rêbertiya xwe bibin xwedî.”
Di sala 1998’an de Rêber Apo bi komployeke navnetewî ku piraniya hêzên NATO’yê di nav de cih digirtin, dilgirtin û radestî dewleta Tirk kirin.
Di 9’ê cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo komployek navnetewî pêk hat.
Di 15’ê Sibata 1999’an jî hêzên NATO, Gladyo rêber Apo teslîmî Tirkiyê kirin.
Ji wê rojê û şûn ve Rêber Apo bi pergala Îmraliyê ya mutlaq re ya tunekirinê tê darizandin.
Têkildarî vê mijarê şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê axivîn.
“Em çi jî bikin dîsa em deyndarê Rêber Apo ne”
Şêniyê bi navê Xerîc Nerexî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hatî pêkanîn şermezar kir û got:
“Rêbertiya me bi têkoşîna xwe ev komplo vala derxistiye.
Tişta ku dikeve ser milê me, divê em wek dayîk şev û roj li qadan bin heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.
“Rêbertî gerdûnî bûye”
şêniyê bi navê Ehmed Ebûzeyd jî destnîşan kir ku ev komplo li ser civaka Kurd, ciwan û Tevgera Kurd giraniyek da çêkirin û wiha pê de çû:
“Komplogeran xwestin di kesayeta Rêbertî de hemû hêza Kurdên Apoyî tune bikin.
Dijmin digot, ’emê wek serokên berê yên Kurdan Rêbertiya wan bigrin wê gel bixwe têk biçe.’
Rêber Apo jî ji serokên din cûdaye, hemû giraniya xwe daye civak û pirtûkên xwe.
Bi wê fikir û felsefeya Rêbertî, gerîlayên azadiyê li hemberî dewletên endamên NATO’yê û çekên qedexekirî li berxwe didin.”
“Tu desthilatdar nikarin civakê tune bikin”
Ehmed Ebûzeyd da zanîn ku berxwedana Rêber Apo û berxwedana gerîlayên azadiyê hêla ku di vê pêvajoyê de dostên Kurdan hîn zêdetir xwedî li gelê Kurd û Rêber Apo derkevin û wiha bi dawî kir:
“Biryara herî dawî li ser rewşa Rêbertî hatî girtin, tu ferqa xwe ji komployê tune ye.
Ji ber ku di sala 2014’ê de jî heman biryar hat girtin, lê bi encam nebû.
Dixwazin bi van biryaran tevgera azadiyê tune bikin.
Lê bila baş bizanibin wê tu carî negihin armanca xwe.
Em gelê Kurd çiqasî çalakiyên xwe xurt bikin, emê ew qasî dijminê xwe vala derbixin û li Rêbertiya xwe bibin xwedî. “



