Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo li gelek welatên Ewropayê hate şermezarkirin.
Di çalakiyên li Fransa, Almanya û Spanyayê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Çalakiyên di çarçoveya şermezarkirina Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo de li gelek welatên Ewropayê dewam dike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Yên li Fransayê li Marsîlyayê bi meşeke meşaleyî komplo şermezar kirin.
Meşê ji ber Şaredariya Marignaneyê destpê kir û heta qada Marignaneyê dewam kir.
Bi navê TCŞ Marignaneyê Rustem Serhed axivî û diyar kir ku heta azadiya Rêber Apo ew ê li qadan bin, li ber xwe bidin.
Bi heman armancê li bajarê Berlîn, Kassel û Grazê yê Almanyayê jî çalakî hatin lidarxistin.
Gelek şoreşgerên enternasyonalîst û kesên aştîxwaz yên Alman di semîneran de amade bûn û gotin:
“Ramanê birêz Abdullah Ocalan riya çareseriyê ye, lewma divê azad bibe.”
Li Spanyayê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî’ li bajarên Barcelona û Granadayê yê Spanyayê jî semîner û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.
Di daxuyaniyan de pergala êşkence û qirkirina ya Îmraliyê hate şermezarkirin û polîtîkayên dewleta Tirk weke ‘faşîzmê’ hate pênasekirin.
Çalakvanan destnîşankirin ku pêngav wê teqez bi ser bikeve.



