3 welatiyên Sûriyê dema xwesetin ji Lubnanê vegerin ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin revandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) ragihand ku endamên beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê 3 welatiyên ji Lubnanê vedigeriyan, revandin.
Li gorî SOHR, her sê welatî 9’ê Cotmehê li ser benda kontrolê ya bajarokê Ertûz ê rojavayê gundewarê Şamê hatin revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
SOHR diyar kir ku aqûbeta her sê welatiyan nayê zanîn.
Her wiha di 10’ê Cotmehê jî beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê welatiyekî 34 salî dema ji Lubnanê vedigeriya li deriyê sînor ê Debûse yê li gundewarê Humsê revand.



