Hiqûqnasên kantona Reqayê bang kirin ku di Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî de ji bo parastina Rêber Apo eniyeke hevgirtî bê avakirin û gotin:
“Armanca Komploya Navneteweyî, têkbirina projeya neteweya demokratîk e û teqezî bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê kir.”
Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an bi destê pergalên kapîtalîst û dewletên neteweperest wekî DYA, Îsraîl, Tirkiye û Rûsyayê li dijî Rêber Apo Komploya Navneteweyî hate lidarxistin.
Hiqûqnasên kantona Reqayê têkildarî mijarê axivîn.
Şêwirmendê Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fîras Cuma diyar kir ku dewletên komploger xwestin bi rêya komployê, berjeweniyên xwe yên siyasî bi dest bixin û wiha got:
“Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku xwedî fikrekî ye û ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî danîn, ji aliyê dewletên kapîtalîst û Gladioyê ve hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin ku wê jî ew di girtîgeha Îmraliyê girt.”
Fîras Cuma destnîşan kir ku hiqûqnas, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê çalakiyên xwe zêde bikin û wiha bi lêv kir:
“Bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, gel ji pergalên kapîtalîst û desthilatdar rizgar dibin.
Komplo, qanûnên navneteweyî binpê dike.”
Fîras Cuma: Nehiştin tu parêzer parastina Rêber Apo bikin
Der barê darizandina Rêber Apo de Cuma anî ziman ku darizandin, şeklî bû û wiha pêde çû:
“Nehiştin tu parêzer parastina Rêber Apo bikin. Dadgeh leşkerî bû.
Ev jî îsbat dike ku pergalên cîhanê xema wan a yekane berjewendî ne.
“Dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, sûcekî mezin e”
Parêzer Ebdurehman El Sayir jî diyar kir ku armanca Komploya Navneteweyî, çewisandina nasnameya gelên herêmê bû û got:
“Komplo dermirovî ye. Dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, sûcekî mezin e.
Wî tenê bi rêya raman û parêznameyên xwe banga azadiya gelên bindest û azadîxwaz kir.”
El Sayir bang li hiqûqnasan kir ku li pêşberî dadgeha edlê ya navneteweyî, eniyeke parastinê ya xurt ava bikin.



