Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî Edîtorê Alman Reimar Heider diyar kir ku ew Rêber Apo weke lîderekî hêviyê dibinin û got:
“Tecrîd bi têkoşînê dikare bê şikandin. Eger em dixwazin têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan mezin bikin, divê em xwe bigihînin gelên ji bilî Kurdan.”
Civînên li ser danasîna rêze romana ‘Azadî wê bi ser bikeve-Abdullah Ocalan’ a li ser Rêber Apo dewam dikin.
Nivîskarê pirtûkê Sean Michael Wilson ê Skoçyayî û edîtorê projeyê jî ji ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re’ Reimar Heider e.
Reimar Heider anî ziman ku eleqeya ji bo civînên danasîna pirtûkê gelekî baş e û got:
“Di pirtûkê de hem jiyana Abdullah Ocalan hem jî beşek ji têkoşîna azadiyê ya Kurd bi wêneyan tê vegotin.
Di civîna danasînê de xwendekarên ji gelek gelan tevlî bûn.
Hinek jî ketibûn bin bandora fikrê jineolojiyê. Hinek jê ji konfederalîzma demokratîk, hinek jî ji sîstema Rojava bi bandor bûbûn.”
“Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em ê xwe bigihînin gelan”
Heider diyar kir ku ew Rêber Apo weke lîderekî hêviyê dibinin û wiha domand:
“Abdullah Ocalan hîmê Şoreşa Rojava daniye.
tecrîd tenê bi têkoşîna gelan dikare bê şikandin.
Eger em dixwazin têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan mezin bikin, divê em xwe bigihînin gelên ji bilî Kurdan.”
“Min zilma li Kurdan tê kirin dît”
Reimar Heider destnîşan kir ku weke xwendekarekî ciwan beriya bi salan wî têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir û wiha pê de çû:
“Abdullah Ocalan xwedî fikrekî ye û bandorê dike.
Min zilma li Kurdan tê kirin dît, berxwedan dît û vê yekê bandor li min kir.
Lê belê herî zêde fikir û îdeolojiyê bandor li min kir.
Li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek heye, li dijî mêtingeriya dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanek heye.”
Sendîkayek Skoçyayê ku xwedî 550 hezar andame ji Rêber Apo re azadî xwest



