“Em îradeya xwe teslîmî qeyûmê darbekar nakin.”
Bi vê siloganê ciwanên Bakurê Kurdistanê di danê êvarê de herikînin kolana.
Li Êlih û Geverê di navbera ciwanên Kurd û Polîsan de pevçûn derket.
Kolanên Bakurê Kurdistanê ji dagirkeran re bûye dojeh.
“Em îradeya xwe teslîmî qeyûmê darbekar nakin.”
Bi vê siloganê ciwanên Bakurê Kurdistanê di danê êvarê de herikînin kolana.
Li Êlihê di navbea ciwan û polîsan de pevçûn derket
Li Êlih û Geverê ciwana riyên nava bajêr girtin û berxwedanî ragihandin.
Polîsên faşîst yên Tirkiyê jî xwe li berxwedana ciwana negir û êrişî wan kir.
Li gelek kolanan di navbera ciwanên berxwedêr û polîsan de pevçûn derket.
Polîsên faşîst bi panzêr, ava şid û tûj û bombeyên agazê êrişî ciwana kir.
Ciwana jî bi kev û molotofan bersiv dan êrişa dagirkera.
Li Êlihê pevçûna ku di danê ber bi êvarê de dest pê kir heta derengiya şevê dewam kir.
Her wiha helikoptêrên dagirkeran jî li ser bajarêr firiyan.
Riyên bajar ji aliyê ciwan ve hatin girtin.
Ciwan bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo û Bê serok jiyan naber” berz kirin.
Li Geverê ciwana bersiv dan êrişên polîsên faşîst
Li Geverê jî rewş bi heman awayî bû.
Ciwana bi molotof û bombeyên dengan bersiv dan êrişên polîsan.
Li Ewropayê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakî hatin lidarxistin



