Êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê ranewestiyaye.
Vê sibehê Îsraîlê navend û başûrê Xezayê bombebaran kir.
Di encamê de 13 kes ku jin û zarok bûn hatin kuştin.
Her wiha rayedarên Fîlîstînî ragihandin ku dibistaneke NY bû armanca êrîşên Îsraîlê.
Li wir jî 14 kes hatin kuştin.
Her wekî ajansa filistînê Sefa ragihandin ku balfirên Îsraîlê malek li taxa El-Derec ku li navenda Xeza yê bombebaran kir.
Di encamê de 9 kes hatin kuştin ku di nava wan de jin û zarok hebûn.
Li Başûrê Xezayê 4 kes hatin kuştin
Her wiha li gorî heman ajansê maleke din li neêzî otêla El-meştel ya li başûrê Xezayê bû armanc.
Li vir jî 4 kes hatin kuştin.
Êrîşên Îsraîlê li ser kampa Nuserat jî hebû, li wir jî hijmarek filistînî birîndar bûn.
Devera El-seftawî الصفطاوي ya li başûrê Xezayê bû armanc.
Îsraîlê ev êrîş ji keşteyan li deriyaya Refeh pêk anî.
Di encama vê yekê de kesek hate kuştin û 3 jî birîndarbûn
Ev der jî dibistanek li başûrê Xezayê ku koçberên ji ber şer lê bi cih bibûn.
Ev her du jinên ku diqîrin û bi destan bi serê xwe dikevin malbata wê di êrîşê de hatin kuştin.
Îsraîl li dijî dibistana UNRWA’yê êrîş pêk anî
Li aliyê din Îsraîl êrîşî dibistana UNRWA’yê kir.
UNRWA’yê diyar kir ku ji sedî 70’ê dibistanên ku li Şerîda Xezayê bi rê ve dibin ji aliyê Îsraîlê bûne armanc.
Ji sedî 95’ê wan bûne stargeh.
Di encama êrîşa li ser dibistanê de 14 kes hatin kuştin
Rayedarên Fîlîstînî ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya ser dibistaneke NY de, 14 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku avahiya ku li kampa penaberan a El Şatî ya li Xezayê, ji aliyê Hamasê ve ji bo pêkanîna êrîşên li dijî wan dihate bikaranîn.
Hejmara miriyan derket 43 hezar û 391’an
Ev 399 roj in ku Îsraîlê bi vî rengî êrîşî bajarê Xezayê dike.
Ji 7’ê Cotmehê ve hejmara miriyan derket 43 hezar û 391 kes hatin e kuştin.
Li kêleka vê yekê 102 hezar û 347 kes jî birîndar bûne.
Ji bilî ku bi hezaran di bin kavilan de man ku heta bi tîmên rizgarkirin jî nekarîn wan ji bin kavilan xelas bikin
Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Bakurê Xezayê 6 kes mirin



