Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Dêrikê avahiyeke pîşesazî bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Tebkê yê herêma Koçerat çend caran bombebaran kir.
Di encama bombebaran li dijî avahiyeke pîşesazî de zirarên madî çêbûn.
Tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê bombebaranê û agir vedimirîn.



