Jinên li kantona Reqayê bi armanca şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li îmralî çalakiyek li dar xist.
Tevgra Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Meclisa Kombûna Jinan a Reqayê pêşengtiya çalakiyê kirin.
Çalakî li çemê Firatê hat li darxistin.
Jinan ku wêneyên Rêber Apo hildan bû, ji pêşiya Pira Reşîd heya Pira El Mensûra ya kevin bi rê ketin.
Dema gihiştin aliyê din ê çemê Firatê bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya û Tevgera Hîlala Zêrîn daxuyanî hat dayîn.
Hat gotin, “Eşeq wêjê ye, bêyî eşqê mirov najî.
“Bila dengê me bihêje pêlên Îmraliyê. Çiqas xweşik e ku pêlên Firatê bi pêlên Îmraliyê re bibin yek.
Ev rastiya hevgirtin û yekitiya pêkhateyan e. Fikrên me dê dîwarê Îmraliyê hilweşîn e.”
Dawiya çalakiyê, helbest hatin xwendin.



