Malbatên şehîdên komkujiya Tebqil Beqil di salvegera şehadetê ya 2ˋyemîn de kulîlk danîn ser gorên şehîdan.
Malbatên şehîd komkujiya Teqil Beqil serdana gorên şehîdên xwe yên li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik kir û kulîlk danîn ser gorên wan.
Di şeva 19-20ˋê Mijdara 2022ˋyan de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kiribûn.
Êrişa herî dijwar jî li stasyona 4ˋan a kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqil ê herêma Koçerat a gundewarê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê bû.
Di dema balafirên êriş kiribû de xelkê Dêrik û gundewarên wê berê xwe da stasyon, ji nav wan şêniyan jî nûçegihanê me Îsam Ebdullah hebû.
Di êrişa li dijî stasyonê de 11 welatî şehîd bûn û wiha ne: Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Haronî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayiz Ebdullah, Nûrî Çiftecî, Hisên Xilto û Mazin Osê.



