Bi îdiaya “bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Miks a Wanê Ayvaz Hazir hat birin.
Piştî vê yekê qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin.
Li şûna Hevşaredar Ayvaz Hazir û Nebahat Benekê qeymeqam Harun Arslanargûn wekî qeyûm hatî tayînkirin.
Li hember vê yekê bi sedan welatî kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Welatiyan bênavber dirûşmeya “Qeyûm dê biçe dê gel bê” berz kirin.
DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
Li aliyekî din jî DEM Partî der barê desteserkirina Şaredariya Miksê de daxuyanî da.
DEM Partî bang li gel kir ku li dijî darbeya qeyûm, mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bîne.



