Hewildanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike, herî dawî artêşa Tirk rêyeke nû ji bo dagirkeriyê li herêma Bradostê çêdike.
Artêşa Tirk a dagirker Roj bi roj dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike.
Li gor dîmenên ku li ser medya dijîtal hatine belavkirin, duh li devera Bradost a ser bi Hewlêrê artêşa Tirk bi makîneyên kar rêyek nû ji bo dagirkeriya xwe çêdike.
Beriya niha jî artêşa Tirk a dagirker li nava xaka Başûrê Kurdistanê, zêdetirî 80’ê baregehên leşkerî û îstixbaratî avakiriye.
Her çiqas ev kiryarên dewleta Tirk li derveyî yasayên navnetewî û binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê ye, lê hikûmetên Iraq û Herêma Başûr bêdeng û bêhelwest mane.



