Ji duh ve Îran dest bi vekişandina serkirde û fermandarên xwe ên leşkerî ji Sûriyê kiriye û ber bi Lubnan û Iraqê ve bir.
Piştî ku koma çekdar ya Heyeta Tehrîr El Şam Heleb û Idlîbê kontrolkirin, rayedarên Îranî di gelek daxuyaniyên xwe de ragihandin ku ew amadene hêzên xwe bişînin Sûriyê..
Lê li gorî Li gorî rojnameya New York Times’ê, Îran dest bi vekişandina leşker û fermandarên xwe yên li Suriyê kiriye.
Rojnameyê di nûçeya xwe de ragihand ku fermandarên Îranî ji parastina desthilata Esed bê hêvî mane, ji bo wê jî rayedarên Îranê ferman dane balyozxaneya Îran ya li Şamê vale bikin û bareghên leşkerî yên pasdaran jî werin valakirin.
Û tê gotin ku beşek ji fermandarên leşkerî yên Îranî, vegeriyane Tehranê, beşek jî ber bi Lubnan û Iraqê çûne.



