Welatiyên bajarên Hol û Minbicê bertek nîşanî êriş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê dan û anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Casim El Mihemed ê ji bajarokê Holê destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirina axa Sûriyê û çewisandina gelan pêk tên.
Cemîla El Ehmed got, gelên herêmê yekgirtî ne û rê nadin ku ev êriş vîna wan bişkîne.
Xedîce El Daham jî destnîşan kir ku dê berxwedana hevpar a gelên herêmê ev êriş têk bibe.
Şêxo Mihemed ê ji pêkhateya Kurd jî da zanîn ku gelê Minbicê ji hemû pêkhateyan yek rêz in û li dijî dagirkeriyê têdikoşin.
Sîham Himêdî a ji pêkhateya ereb da zanîn ku vîna hevpar dihêle ku bi wêrekî li hember dagirkeriyê têbikoşin.
Cuma Heyder yê ji pêkhateya Tirkmen dibêje, parastina axê û jiyana hevbeş erka her kesî ye.
Samir Hebaq yê ji pêkhateya Çerkes jî got, hemû pêkhateyên Minbicê bi hêzên xwe yên leşkerî re ne.



