Hêzên Asayîşê nasnameya endamekî xwe ku li Dêrazorê şehîd bû, eşkerekir.
Têkildarî şehadeta endamê xwe navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da û got:
“Endamê me Mihemed Elî El-Ebdullah dema li ser erka xwe bû, li Dêrazorê gihişte asta şehadetê.
Mihemed El-Ebdullah bi rehekî fedayî tevlî hêzên me bû û bi dilzozî parastina xak û gelê xwe kir.”
Asayîşê ji malabata şehîd û tevahî gelên herêmê sersaxî xwest û diyarkir ku ew ji bo mayîndekirina aramiya herêmê ew li ser xeta şehîdan bin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Mihemed Elî El-Abdullah, li Dêrazorê ji dayîk bû, 10’ê Kanûma 2024 li Dêrazorê şehîd bû.
Nav û paşnav: Mihemed El-Abdullah
Navê Dayikê: Kinda
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Dêrezor 2004
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: El Basîra 2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêr-Elzor, 10 Berfanbara 2024 an



