Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku eger serkirdeyên nû yên Sûriyê rê bidin Îranê ku careke din xwe li herêmê bi cih bike yan jî ger rê bidin ku çekên Îranê bigihîjin Hizbullah an jî êrişî Îsraîlê bike, ew ê bersiveke xurt bidin.
Benjamin Netanyahu ragihand ku niyeta Îsraîlê tune ye ku destwerdanê li kar û barên hundirîn ên Sûriyê bike, lê belê ji bo parastina ewlehiya xwe ew ê gavên pêwist bavêje.
Netanyahu hişyarî da serkirdeyên nû yên Sûriyê ku li ser şopa Beşar bimeşin û bihêlin Îran ji nû ve xwe li welat bi cih bike.
Netanyahu got ger vê rejîmê hişt ku Îranê ji nû ve hebûna xwe li Sûriyê bi cih bike, yan jî bihêle çekên Îranê ji bo Hizbullah werin veguhestin û êriş li ser wan çêbe, dê bersiveke xurt bidin wan û bihêlin ew berdêleke giran bidin.
Tiştê bi rejîma berê hatiye dê bi wan jî were.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî ketina Esed, artêşa Îsraîlê nêzî ji sedî 80 ji karînên leşkerî yên rejîma berê rûxandin û derbasî herêma ewle ya di navbera Îsraîl û Sûriyê de bû.



