Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X’ê bi daxuyaniyeke ragihand wan bi navbeynkaiya Amerîkayê ji bo Minbicê li ser agirbestê lihevkirine.
Hêzên me ji bo êrişên ku rojavayê Firatê re tên li Minbicê berxwedaniya xwe didomînin, me bi navbeyankariya Amerîkayê ji bo parastina can û malên xelkên herêmê li minbicê li ser agirbestê lihevkir.
Hêzên Meclisa Leşkerî ku di 27’ê Mijdarê vir ve li dijî êrişan li ber xwedidin wê di demeke nêz de li herêmê derbikeve. Armanca me ji bo tevahiya Sûrî pêkanîna agirbesteke giştî û ji bo pêşeroja sûrî dayîna despêkirina pêvajoyeke siyasî ya nû ye.
Mezlûm Ebdî: Em amade ne têkiliyê bi desthilata nû ya Şamê re deynin



