Koordînasyonên KJK û PAJK’ê diyar kirin ku yekane plana rejîma faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina Kurd e û wiha gotin: “Rojava şoreşa me hemûyan e, xwedî li şoreşa xwe ya jinan derkevin.”
Koordînasyonên KJK û PAJK’ê bi daxuyaniyekî hevbeş armanca êrişên li ser rojaVA nirxandin.
KJK û PAJK’ê wiha gotin:
Di êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên DAÎŞ’ê yên ser Bakur û Rojhilarê Sûriyê jin, zarok, sivîl û şervanên wê şehîd û birîndar dibin.
Ev êrîş, dijminatiya yekîtiya jiyana azad a gelên Kurd, Ereb û jinan dike.
Bersivdayîna bi rihê seferberiyê li hemberî van êrîşên hov, erka her kesî ye.
KJK-PAJK: Yekana plana rejîma faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina Kurdan e
Koordînasyonên KJK û PAJK’ê anî ziman ku îro li Rojava hemû netew li ser bingeha neteweya demokratîk û rêveberiya xweser wekhev û azad dijîn.
Dewleta Tirk a faşîst ji roja yekem a şoraşa Rojava tu car ev pergal û îradeya jiyana azad qebûl nekir.
Sala 2014’an bi DAÎŞ’ê êrîşî destkeftiyên jin û gelan kir û piştre bi xwe polîtîkayên xwe xistin dewrê û bajar dagir kirin.
Ev polîtîkayên dagirkerî û hegemonyê yên dewleta Tirk ji aliyê her kesî ve tê zanîn.
KJK-PAJK: Plana dagirkirina Minbicê, plana dagirkirina Rojava ye
Plana dagirkirina Minbicê, plana dagirkirina rojava ye. Plana tunekirina destkeftiyên jin û gelan e.
Hêzên koalîsyona navneteweyî wê ji rewşên karesat ên muhtemel berpirsyar bin.
“Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê piştgirî bidin”
Koordînasyonên KJK û PAJK’ê tekez kir ku bangawaziya seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Kurdistan û dias-porayê ye.
Ji ber wê divê wek jin û gelê Kurd li 4 beşên kurdistanê û li derveyî welat, bi hemû hêza xwe bi ‘Ruhê Kobanê’ her rojê bikin roja berxwedanê.
Divê kes li hember vê pêvajoyê bêdeng nemîne û ji 7 salî heta 70 salî her kes hemû îmkanên xwe ji bo parastina Rojava seferber bike.
KJK û PAJK’ê dawiyê ev bang kir:
Di serî de jinên Kurd, divê hemû gelê me bi ruhekî mezin ê berxwedanê bikeve nav liv û tevgerê û xwedî li Rojavayê derkeve.



