Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew amade ne bi tevahî aliyên têkildarî re hevkariyê bikin ku termê “Silêman Şah” vegerînin cihê wê yê berê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di nivîsa xwe ya li ser malpera xwe de diyar kir ku ew pabendî parastina cihên dîrokî yên li herêmê ne, bi taybet gorê “Silêman Şah”.
Ebdî di nivîsa xwe de got: “Di dema metirsiya rêxistina DAIŞˋê ya 2015ˋan de, me ji bo parastina termê Silêman Şah alîkarî kir û term ji cihê wê veguhast herêma Aşmê.”
Ebdî wiha domand: “Îro jî em diyar dikin ku em pabendî parastina cihên dîrokî ne û amade ne bi tevahî aliyên têkildar re hevkariyê bikin ku wê termê vegerînin cihê wê yê berê da ku li gorî lihevkirinên navneteweyî yên berê be û rêz ji tevahî mîrasa çandî re were girtin.”



