Di şahiya li Reqayê ya bi boneya biriyara Rêveberiya Xweser ku ala serxwebûnê ya Sûriyê li kêlka ala Rêveberiya Xweser bê hildan,endamên Hêzên Asayîşê birîndar bûn.
Têkildarî bûyerê navenda ragihandin û çapemeniyê ya hêzên Asayşê daxuyniyek da û got:
“Meclisa Gelan a Demokratîk biriyar da ku ala serxwebûnê ya Sûriyê bê hildan, bi vê boneyê, karkerên Rêveberiya Xweser û xelkê Reqayê şahiyek li dar xist.
Lê li wir hin kesan bi armanca fitneyê hewl da vê şahiyê qezenc bike û bi awayekî bêserûber gule avêtin.”
Asayîşê destnîşankir ku di encama gule berdanê de hin endamên wan birîndar bû.
Hêzên Asayîşê hildanên derxistina fitneyê şermezarkir û bang li şêniyan kir ku nekevin pey hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya Reqayê de.



