Xelkê bajarokê Til Birakê sersaxî ji malbata şehîd Fadî El Xalid re xwestin û diyarkirin ew heta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê ya dagirkirî girêdayî fikra şehîdan bin.
Şehîd Fadî Hesûn El Xalid di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Terteb a bajarê Qamişlo ya di 10ˋê Kanûnê de şehîd bû.
Xelkê bajêr, endamên rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdarî konê sersaxiyê bûn.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Salar Elo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Em îro bi serbilindî li vir in û şehîdê xwe bi bîr tînin.
Şehîdan canê xwe yê paqij kir pir ku bi rêya em azadiya xwe bi dest bixin.”
Beşdaran bêdengiya navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin:
“Em ji dewleta Tirk a dagirker natirsin û êrişên wan berxwedana me naşikînin.”



